Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkiyê Li Anqera Kombûneke Ewlekarî Lidardixe


Binali Yildirim

Ajansa Nûçeyan a Tirkiyê dibêje berpirsên radebilind ên hikûmetê û leşkeran tevlî kombûneka ewlekarî bûn li Anqera.

Ajnasa Anadol dibêje kombûna îro şemiyê bi mîvandariya serokwezîr Binalî Yildirim dibe, li gel beşdarbûna wezîrên derve, dadwerî, navxweyî û berevaniyê, û her wiha komandarê serkirdayetiya giştê û serokên ajansa agahdariya niştimanî ya Tirkiyê û polîsê niştimanî.

Hêjayî gotinê ye Tirkiyê çaksaziyê di kerta ewlekariyê de dike piştî hewildana têkçûyî ya kudetaya leşkerî ya 15 tîrmehê ku di encamê de 270 kes hatin kuştin.

Tê zanîn, di encama helmeta hikûmetê de li dijî alîgirên rêberî ayînî Fethullah Gulen, bi deh hezaran kes hatin girtin û jikar hatin bidûrxistin di nav leşkeran, hêzên polîs, dadwerî û kerta giştî de.

XS
SM
MD
LG