Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Zanayekê Navokî Liser Sîxorîyê Li Sêdare Dide


Îranê zanayekî navokî bi goneha aşkirakirina zanyarîyên nepenî derbarî bernama navokîya Tehran bo Amerîka li sêdare dide.

Sêdaredana Şehram Emirî îro yekşemê ji aliye açansa peyamên Îranê IRNA bi hebona têkeliyan digel Amerêka hate piştraskirin.

Peyvdarê wizatera dad a Îranê Xolam Hûsên Mohsin Êjeyî da zanin " Emirî zanyarîyên girng dane dûjminê welat"

Êjeyî herwesa got, dadgehê ciza mirnê biser Emirî dana, ko jialiyê dadgehê bilnd hate pesend kirin.

Emirî lisala 2009ê Erebistana Saudî bicih hela û lidîfra bi salekî li Amerîka diyarbû lidema karbidestên Amerîka dibêjîn, ewa 5 milyon Dolar dane Emirî da ji Îranê derkeve û zanyarîyan liser bernamî navokî yê Îran bidete Amerîka.

Karbidestekî Amerîka got, lisala 2010 Emirî zanyarîyên gring dane Amerîka.

XS
SM
MD
LG