Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehmûd Qadir: Li Minbicê DAIŞ Sivîlan Dike Armanc Ji Xwe Re


Şer û Pêvçûnên tund li bajarê Minbicê berdewam dibin ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk û alîgirên wê ji hêza hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞ, ku jiyana sivîlên bajêr xistiye bin metisîneke mezin û bi hezaran kes hatine dorpêçkirin ji aliyê DAIŞ ve.

Dengê Amerîka hevpeyvînek b berpirsê saziya Biratî ya mafên mirovan şaxê Kobaniyê Mehmûd Qadir re kir, da ku zaneyariyên zêdetir bide li ser rewşa bajarê Mibicê.

Birêz Qadir dibêje: bi hezaran niştecihên bajêrê Minbicê ji bajêr derketine bi alîkariya hêzên kurdî, lê hîna jî gelek li ba DAIŞ asê mane û nikarin ji wir derkevin.

Herwiha jî Qadir li ser dana alîkariyê û guhdana bi koçberên li gundê Ebû Leqleq ji rêxistinên navdewletî yan saziyên din, wî got: Mixabin ta nuha tu alîkarî nehatiye pêşkêşkirin ji tu aliyan ve, bi tenê rêveberiya kantona Kobaniyê bi vî karî radibe, lê pêwistî gelekî bi alîkariyê heye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:30 0:00

XS
SM
MD
LG