Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ekrem Hiso:Tirkiye Lawaz Bûye û Nema kare Gefan li Kurdên Sûriye Bike


Tirkiye û Rûsiye hewil didin bo vegerandina pêwendiyên xwe bi hev re piştî qutkirina wan ji ber ketina firoka rûsî ji aliyê artêşa Tirkî ve di sala par de. Herdû alî dixwazin pêwendiyên bazirganî, abûrî, û leşkerî bi hev re bikin û qêrana Sûrî çareser bikin. Gelo wê bandora van pêwendiyan li ser Kurdên Sûriye çawa bin?

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Ekrem Hiso, berpirsê Komîteya Amadekar a Destûra Sûriye re kir, da ku rewşê berçav bike.

Birêz Hiso dibêje ku Tirkiye pirr lewaz bûye, ji ber wê ew dixwaze pêwendiyên xwe bi Rûsiya re vegerîne û rola xwe vegerîne di herêmê de.

Herwiha jî di derbarî bandora van pêwendiyan li ser herêmên kurdî li Sûriye û dijbertiya Tirkiye ji damezrandina xweseriyeke kurdî serbixwe li Sûriye, birêz Hiso got: "Tirkiye piştî kutedaya leşkerî lewaz bûye û ew nema kare gefan li Rojavayê Kurdistanê bike. Wisa di şerê Mibcê de hate diyarkirin ku ew nema kare tiştekî bike."

Hevpeyvîna Ekrem Hiso-8-11-2016-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:45 0:00

XS
SM
MD
LG