Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarê Minbijê bi Temamî Ji Daiş tê Rizgarkirin


Berpirsekî Kurdê Sûriyê dibêje şervanên ku piştgiriya Amerîka werdigrin niha bajarê Minbijê kontrol dikin ku di bin destê gurûpa Dewleta Îslamî Daiş de bû.

Rawêjkarê Hêzên Sûriya Demuqrat Nasir Haj Mensûr got Minbij niha bi temamî kontrol kiriye û operasyona vekolîna li bermayên çekdarên Daiş ên ku renge xwe li hin cihên bajêr veşartî bin berdewam e.

Tê zanîn, Hêzên Sûriya Demuqrat di dawiya meha gulanê de, bi piştgiriya koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka, dest bi operasyona rizgarkirina bajêr kirin.

Minbij xaleke serekebû ku paytexta Xîlafeta Daiş Reqqa yê bi cîhanê ve girê dida.

Ew riya sereke ya ku çekdarên Daiş di wir re pişrgirî û çek derbaî Reqqa yê dikirin.

XS
SM
MD
LG