Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî Parêzgeha Idlibê ji xwe re Dikin Armanc


Çalakvanên Sûriyê ragihandin ku parêzgeha Idlib a di bin destê serhildêran de, bû armanca balafirên şer, di demekê de şerê hêzên hikûmetê û serhildêran li bajarê Helebê berdewam e.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirtov ku bingeh li Lopndonê ye got 26 êrîşên esmanî rûdan li seranserî parêzgeha Idlib ku yek ji cihên dawî yên di bin kontrola serhildêran de ye, û bi deh hezaran rûniştvanên Helebê yên bêşûnûwarbûyî li wir dimînin.

Komîtên xwecihî yên hevrêziyê, gotin firokên şer ên Rûsî li bajarên Jisr el-Şuxûr û Binniş xistin, lê çavdêriyê got êrîşan bajarê Idlibê kirin narmanc.

Ne diyare çawa çalakvan balafiran dinasin.

Tê zanîn, ev bû nêzîkî salekê ye Mosko helmeteke leşkerî birêve dibe li Sûriyê wek piştgirî bo hikûmeta Sûrî.

Leşkerên Rûsî gotin şeş firokên Rûsî îro yekşemê Daiş ji xwe re kirin armanc li bajarê Dêr el-Zorê li rojhilata welêt.

XS
SM
MD
LG