Bi duruşmeya berve civakeke maf û wekhevî têde bê parastin, yekem konfiransa parêzerên Efrînê hate lidarxistin.
Li gor parêzerên beşdarî konfiransê bûne, armanca wan parêzer li herêma Efrînê karê xwe birêxistin bikin, û di karê dadwerî de bixebitin.
Derdora sed parêzer beşdarî konfiransê bûn, li dawiyê pênc kes wek endamên meclîsa parêzeran hatin hilbijartin, ji wan du hevserok hatin binavkirin.
Hêjayî gotinê ye: tevî rewşa şer hîn dadgehên Efrînê bi awayekî rêxistinî tên meşandin.
Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke