Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Duyemîn Helmeta Vaksînên Zarokan li Efrînê Destpêkir


Bi insiyatîva dezgeha tunduristî ya cîhanî û hevkariya navbera komeleya Buhar a hawarçûnê û encûmena tunduristiyê li Efrînê, helmeta aşlekirina zarokan berdewam e.

Li gorî berpisrên helmetê, ew berdewamiya helmeta berî sê mehan e, piştî belavbûna hin nexweşiyên zarokan, û lawazbûna navendên tunduristiyê,wan bang li dezgeha tunduristiyê ya cîhanî kirin, ku zarokên herêmê ji nexweşiyan biparêzin.

Helmet hemî zarokên kêmî pênc salî li herêmê vedihewîne, derziyên li dijî felcê û hin nexweşiyên din li zarokan dixin.

Tê zanîn, di heyamên şer de gelek nexweşî derdikevin û vedigrin jî, û xemsariya rêjîmê hîşt nexweşî bêtir bibin, tenê her çend mehan derdorî hezar zarok dihat aşlekirin, lê di helmeta çuyî de ji aliyê dezgeha tunduristiyê ya cîhanî bêtirî 30hezar zarok hatin aşlekirin.

Raporta Emîna Misto
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:21 0:00

XS
SM
MD
LG