Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Birayê Zarokê Sûrî Omran Li Helebê Jiyana Xwe Jidest Dide


Çalakvanên opozisyona Sûrî dibêjin birayê zarokê Sûrî yê birîndar ku bala medya cîhanî kişand, piştî sê rojan ji ber birînên xwe li bajarê Helebê jiyana xwe ji dest da.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye û her wiha çalakvan Baraa el- Helebî ku li Helebê dimîne gotin Elî Daqnîş ê 10 salî îro yekşemê jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî gotinê ye, roja çarşemê çalakvanan hin girteyên vîdyo belavkirin li dor rizgarkirina zarokê Sûrî Omran Daqnîş ê 5 salî ji nav avahiyeke wêranbûyî di encama êrîşeke esmanî de.

Tilfizyona opozisyonê ya bi navê Heleb Today hin wêneyên Elî belav kirin li nexweşxanê li gel boriyekê di devê wî de, û pişrte mirina wî ragihand.

Tê zanîn Omran li gel dê û bavê wî û sê zarokên wan ên din ji bin avahiyê hatin rizgarkirin, li gor rojnamevan Mehmûd Raslan ku wêne Omran girtibû.

Avahî bi temamî hilweşiya piştî rizgarkirina wan.

XS
SM
MD
LG