Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encûmena Leşkerî ya Cerablusê Dibêje Tirkiyê Êrîşî Bingehên Wan Dike


Hêzên Sûriya Demukrat, ku Kurd serkirdayetiya wan dikin li bakurê Sûriya, dibêjin Tirkiyê êrîşên esmanî birin ser bingehên wan nêzîkî bajarê Cerablusê ku serhildêrên Sûrî demekê berê vê hefteyê bi piştgiriya Tirkiyê kontrol kirin.

Encûmena Cerablus a leşkerî dibêjebingehên wan îro şemiyê hatin armanckirin li gundê Amarneh di gavekê de ku ji aliyê Civata Cerablusê de hat binavkirin wek “gurkirineke bê hempa û metirsîdar.”

Ev êrîş tê piştî rojekê ji topbarana wan bigehan.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê mirov ku bingeh li Londonê ye ev êrîş piştrast kirin.

Tê zanîn Encûmena Cerablus a leşkerî girêdayî Hêzên Sûrya Demuqrat e ku piştgiriya Amerîka werdigrin.

Tirkiyê, demekê berê vê heftê bi tank û hêzên leşkerî derbasî Sûriyê bû ji bo alîkariya serhildêrênn Sûrî bike di rizgarkirina Cerablusê de ji bin destê çekdarên Daiş.

Ev derbasbûna han parek jê ew bû veheweandina Hêzên Sûriya Demukrat ku Tirkiyê dibêje divê Kurd vekişin bo aliyê rojhilata çemê Ferat

XS
SM
MD
LG