Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Tankên Din ên Tirkiyê Derbasî Sûriyê Dibin


Turkish military move inside Syria near the Turkish border town of Karkamis, Turkey, Friday, Aug. 26, 2016.

Ajnasa nûçeyan a Tirkiyê Anadol dibêje hin Tankên Nû yên Tirkiyê derbasî Sûriyê bûn li navçeya Çobanbê li bakurê rojhilata Helebê wek pêngaveke nû ya operasyona Mertala Ferat.

Li gor ajansê, tankên Tirkiyê derbasî Sûriyê bûn ji bo piştgiriya serhildêrên Sûrî li dijî gurûpa Daiş.

Tê zanîn Tirkiyê di 24 meha tebaxê de dest bi operasyoneke leşkerî kir li gel yekîneyên Artêşa Sûrî ya Azad ji bo paqijkirina bajarê Cerablus û rojavayê navçeya Çobanbê ji çekdarên Daiş.

Hêjayî gotinê ye yekîneyên Artêşa Sûriya Azad ku piştgiriya Tirkiyê werdigrin ew her wiha şerê yekîneyên Parastina Gel YPG yên Kurd dikin.

Bi vê qonaxa nû ya operasyona Mertala Ferat, li gor Anadol, hêla di navbera Ezaz û Cerablusê de pêşbîne ji terorîstan bête paqijkirin.

XS
SM
MD
LG