Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Kurd Xwepêşandanekê li Almanya Lidardixin


Bi hezaran Kurd, di nav de gelekan al û wêneyên Serkirdeyê PKK Abdullah Ocalan hildabûn, tevlî xwepêşandanekê bûn li bajarê Kolin ê Almanî.

Organîzerên vê xwepêşandanê dibêjin armanca wan di pareke xwe de li dijî destêwerdana Tirkiyê ye li bakurê Sûriyê û şêwazê “Diktatorî “yê serokjê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan e.

Polîsê Kolin hezar endamên xwe amadekirin li cihê xwepêşandanê ji bo nehêştina çi kêşeyan.

Serkirdeyê Polîs Juergen Mathies ji ajansa DPA re got wan rê dan hildana wêneyên Ocelan lê hildana sîmbolên PKK qedexebûn.

Hêjayî gotinê ye, mehekê berê 40 hezar kes li heman cihî, li bajarê Kolin, derketin xwepêşandanekê li dijî kudetaya leşkerî û ji bo piştgiriya serokê Tirkiyê Erdogan.

XS
SM
MD
LG