Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guftûgoyên Amerîka û Rûsya li dor Sûriyê Berdewamin


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje Amerîka dê çi rêkeftinên bilez li gel Rûsya imze neke ji bo bidawîanîna şerê navxweyî yê Sûriyê.

Kerry li Çînê guftûgoyan dike li gel hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov. Ew behsa agirbestekê dikin di navbera hikûmeta Sûrî û serhildêrên nermerê de, û her wiha hevkariya Amerîka û Rûsya li dijî gurûpên terorîst.

Kerry dibêje wan gelek pirsgirêkên teknîkî çaserkirine lê hîn hinên din mane.

Ew dibêje wî û Lavrov pilan hene sibe duşemê careke din kom bibin.

Li gor Kerry, Amerîka dê dema xwe ya pêwîst bibe da dupat bike rêkeftinê baştirîn derfet heye ji bo serkeftinê.

Tê zanîn gelek rêkeftinên Amerîka û Rûsya di rawestana tundûtijiyê de li Sûriyê têkçûn.

XS
SM
MD
LG