Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Soz Dide Tirkiyê ku dê Hewil Bide Berpirsên Kudetayê Bibîne


Obama China
Obama China

Serokê Amerîka Barak Obama îro yekşemê ji serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re dupat kir ku Waşinton bêgire bi anîna berpirsên kudetaya leşkerî ya li dijî hikûmeta Erdogan bo dadmendiyê, lê wî negot ew dê rêberê ayînê yê Tirkiyê daxwaza wî deke radestî wan bike.

Axaftina Obama hat di kombûneka wî de li gel serokê Tirkiyê di çarçoweya kongira gurûpa welatên 20 (G-20)

Tirkiyê dibêje Fethullah Gulen, yê 75 salî ku ji sala 1999an ve li wîlayeta Pênsilvanya ya Amerîkî dimîne, wî reveberiya kudetayê kir, herçendî Guleen bi awakî tund vê tawanê red dike.

Tê zanîn ku Tirkiyê ji Amerîka daxwaza radestkirina Gullen dike, lê berpirsên Amerîka dibêjin divê Anqera belgeyan ji wan re dabîn bike li dor berpirsiyariya Gulen di ber kudetayê de.

Amerîka dibêje radestkirina Gulen bo Tirkiyê divê bête erêkirin ji aliyê sîstema dadwerî ya Amerîkî ve.

XS
SM
MD
LG