Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rebena Ayînî Mother Teresa Dibe San Teresa


Papayê Vatîkan Pope Francis di merasîmeke ayînî ya fermî de li pêş deh hezaran kes rebena ayînî Mother Teresa wek San Teresa Binav kir, ku asteke ayînî ye pîroz e, li meydana St. Peter.

Pope got:

"Em Teresea wek rebeneke pîroz radigihînin ku ji aliyê kenîseyê bi tevahî ve, di nav rebenên din de, bibe San Teresa ."

Mother Teresa, xelatwergirtiya Nobêl a aştiyê, ew di jiyana xwe de wek Rebena Dêran navdar bû li dor karê wê yê di nav hejartirîn xelkê Hindistanê de.

Welatiya Albanî ya bejin kurt, bi alîkariya hezaran reben û milyonan xwebexş şandên xêrxwaziyê li bêhtirê 120 welatan vekirin,

Ew di êlûna sala 1997an de çû ser dilovaniya xweda, milkê wê yê kesayetî piştî mirina wê tenê pirtûkeka pîroz, tizbiyek û hin nimêjan bûn. Lê wê di rastiya xwe de keleporek li dû xwe hîşt.

XS
SM
MD
LG