Sîwana sereke ya gurûpên opozisyona Sûrî dibêje ew hêvîdare rêkeftina Amerîka û Rûsya bête cîbecîkirin bi şêweyekî ku dawiyê li êşkenciya xelkê sivîl bîne.
Besma Qedmanî, endama komîta bilind a guftûgoyan, ji Associated Peress re got divê Rûsya fişarê bide ser rêjîma Sûrî da pêgirbe bi rêkeftina hatî îmzekirin.
Tê zanîn Amerîka û Rûsya rêkeftinek ragihandin li dor cîbecîkirina agirbestekê li seranserî Sûriyê ku dê roja duşemê dest pê bike, û piştî hefteyekê dê hevkariyeke leşkerî bête damezrandina ku armanca wê têkbirina çekdarên Daiş û gurûpên girêdayî bi el-Qaîda ve û her wiha sînorkirina hêzên Esed e.
Qedmanî dibêje dê pêwîstî bi mîkanîzmekê hebe ji bo cîbecîkirina rêkeftinê, di nav de jî rawesta kiryarên dijminahî û rawestan hêzên esmanî yê rêjîmê.