Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Pesna Rêkeftina Amerîka û Rûsya li dor Sûriyê Dide


Tirkiyê pesna rêkeftina Amerîka û Rûsya li dor Sûriyê da ku armanc jê ewe rawestana şer û gihandina alîkariyên mirovahî li Sûriyê.

Wezareta derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de îro şemiyê got ew kêfxweşin bi rêkeftinê û destpêkirina wê roja duşemê ku roja cejna qurbanê ye.

Wezaret dibêje Tirkiyê dê alîkariyên mirovahî bi riya Neteweyên Yekgirtî bigihîne bajarê Helebê, ku di van mehên dawî de meydana şerên giran bû.

Ew dibêje rêkeftin girînge ji bo rawestana şer li seranserî Sûriyê û bi taybetî li bajarê Helebê.

Tê zanîn, Tirkiyê piştgiriya serhildêran dijî rêjîma Esed dike.

Meha borî, wê dest bi operasyoneke leşkerî kir li bakurê Sûriyê li dijî çekdarên Daiş û rawestana pêşketinên hêzên Kurd yên piştgiriya Amerîka werdigrin.

XS
SM
MD
LG