Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî li Bakurê Sûriyê Bi Dehan Kesan Dikujin û Birîndar Dikin


Gurûpên çavdêriyê yên opozisyona Sûrî dibêjin êrîşên esmanî li parêzgeha Idlibê bi dehan kes kuştin û birîdar kirin.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye, îro şemiyê got êrîşên esmanî navçeyeke nêzîkî bazara sereke ya bajarê Idlibê ji xwe kirin armanc û di encamê de 24 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Komîtên xwecihî yên hevrêziyê gotin êrîş ji aliyê firokên şer ên Rûsî ve hatin pêkanîn û jimarek sivîl kuştin û birîndar kirin.

Ev êrîş tên piştî çend demjimêran ji ragihandina rêkeftinekê, di navbera Amerîka û Rûsya de, li dor agirbestekê li seranserî welêt ku dê roja duşemê destpêbike.

Çavdêriyê û komîtên hevrêziyê her wiha êrîş li cihên din ên Sûriyê ragihandin, di nav dejî li parêzgeha Helebê.

Medya dewletê ji aliyê xwe ve got çekdarên opozisyonê taxên di bin destê hikûmetê de topbaran kirin li bajarê Helebê û di encamê de kesek hat kuştin û hinekên din birîndarbûn.

XS
SM
MD
LG