Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Suleyman Soylu: Em Dê Şaredariyan Ji Bin Îradeya Qandîlê Derxin


Wezîrê karê navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylû di 9ê meha 9 an de dîyar kir ku dê ji bo 28 Şaredarîyan qayûm bên şandin.

Soylû di axaftina xwe de got: di navbera “15 rojan de 28 şaredarî dê ji bin îradeya Qandîlê derkeve û bikeve bin îradeya gel, kesên ku ji ser ala sor bi cangorî tevgerîyan e dê bikeve bin rêvebirîya wan”

Parêzer Omer Kavili ku parêzerê darbeya leşkeri ya sala 1980 ye di derbarê biryara qayuman de ji Dergê Amerîkayê axivî

Kavîli got:” Taybetîya ciwakên demokratîk ev e ku di derbarê rêvebiriya xwe de biryara xwe bidin. serokê şaredarîyeke ku hatiye hilbijartin,serokê komeleyan,serokê partîyeke an jî muxtareke ku hatîye hilbijatin, hikûmetek rabe ji fikrên xwe kesan ji dewsa wan re bi cih bike ev darbeye û diyar e ku zîhnîyeta darbeya leşkeri ya 1980 hê dijî”.

herwiha li ser gotina hikûmeta AKP’ê ku qayûm bivêjin şaredarîyên Partîya Demokrat a Herêman (DBP), li şaredarÎyên DBP’ê nobet hat destpê kirin. Nobet li şaredarîya Sûr a Amedê, şaredarÎya Farqîn’ê, şaredarîya Batmanê û li şaredarîya Kop a Mûşê berdewam dikin.

Raporta Zozan Yaşar
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

XS
SM
MD
LG