Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Terorîst Dê Qet Nikaribin Amerîka Têk Bibin


Serokê Amerîka di axaftina xwe ya heftane de, îro şemiyê got:

"Panzde salan berê, rojeke Êlûnê yak u wek her rojeke din destpêkir, bû roja herî tarî di dîroka welatê me de."

Sibe yekşemê, salvegera 15mîn a êrîşên 11 Êlûnê ye li ser Amerîka li New York, Pennsylvania, û Pentagon.

Serok got:

"Nêzîkî 3 hezar kesîn sivîl jiyana xwe ji dest dan ji hemî rengên jiyanê, ji hemî regez û ol û reng û ayînan, ji seranserî Amerîka û cîhanê."

Obama got gelek tişt hatin guhertin di van 15 salan de. Lê girînge tiştên nehatin guhertin bêne bi bîranîn, ku li gor Obama, ewin "nirxên me wek Amerîkiyan dinin nasîn, nerbûna ku dihêle em berdewam bin…Terorîst dê qet nikaribin Amerka têkbibin.”

XS
SM
MD
LG