Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balafirên Tirkiyê 20 Çekdarên Daiş li Sûriyê Dikujin


Leşkerên Tirkiyê dibêjin firokên wan ên şer li bakurê Sûriyê Daiş ji xwe re kirin armanc û 20 çekdarên wan kuştin.

Nivîsîngeha serkirdayetiya giştî ya Tirkiyê îro yekşemê di daxuyaniyekê de got balafiran sê avahiyên Daiş ji xwe re kirin armanc.

Erebeyek û motorsîklekê jî doh şemiyê hatin armanckirin di êrîşekê de.

Ev êrîş tên piştî kêmtirî du rojan ji ragihandina rêkeftinekê di navbera Amerîka û Rûsya de li dor agirbestekê li seranserî Sûriyê.

Meha borî, Tirkiyê tankên xwe derbasî bakurê Sûriyê kirin û alîkariya serhidêrên opozisyonê di rizgarkirina bajarê Jerablosê de kirin. Derbasbûna wan her wiha ji bo vehewandina pêşketina hêzên Kurd bû li wir.

Firokên şer ên Tirkiyê gelek êrîşên esmanî birin ser armancên Daiş li Sûriyê ji dema destpêkirina opereasyonê de. Pevçûn hatin ragihandin di navbera hêzên Tirkiyê û yên Kurd de jî li herêmê.

XS
SM
MD
LG