Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Bixêrhatina Agirbesta Sûriyê Dike


Îran dibêje ew bi xêrhatina rêkeftina Amerîka û Rûsya dike li dor agirbestekê li Sûriyê, ku ew hevalbenda serekeye bo serokê Sûriyê Beşar Esed di şerê welêt yê 5 salan de.

Ajansa nûçeyan a nîv fermî ya Îranê ISNA îro yekşemê ji ser zimanê peyvdarê wezareta derve Behrem Qasimî ragihand ku Îran herdem bixêrhatina agirbestê û hêsankirina alîkariyên mirovahî dike li Sûriyê.

Hikûmeta Sûrî ji aliyê xwe ve ev rekeftin erêkir û Ajansa dewletê SANA got “Raswestana kiryarên dijminahî dê li Helebê destpêbikin ji ber sedemên mirovahî. “

Tê Zanîn,Tirkiya, ku meha borî bi awakî leşkerî derbasî gelek cihan bû li bakurê Sûriyê, piştgiriya xwe bo agirbestê ragihand.

Hêzên opozisyonê jî, bi xêrhatina rêkeftinê kirin.

Li gel erêkirina hemî aliyan, şer hîn berdewam e li Sûriyê.

XS
SM
MD
LG