Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûriyê Bêhtirî 20 Top û Muşek bi Ser Bajarokê Cindirêsê de Ketin


Vê sibê demjimêr heyşt, xelkê navçeya Cindirêsê, di dema amadekariya cejna qurbanê de, rastî topbarankirinê hatin.

Hemî top bi ser mal û milkê welatiyan de ketin, çi ziyanên canî çênebûn, lê gelek ziyanên madî hene.

Li gorî welatiyên Cindirêsê, toptank û muşek ji aliyê gundê Tewîlê yê di bin kontrola Cebhet Elnusre de hatin.

Hêjayî gotinê ye, bajarokê Cindirêsê hertim rastî topbarankirinê tê, lê cara yekem bi hejmarê bilind ji çekên giran tê armanckirin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:35 0:00

XS
SM
MD
LG