Îro, birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ji bo hevdÎtina Ocalan çû grava İmralîya Bursayê ku Rêberê PKK’ê 17 sale li Wir girtîye bibîne.
Mehmet Ocalan berîya hevdîtinê got: “tenê yek daxwazeke me heye ew jî mafê meyê yê sereke ye ku bi Ocalan re hevdîtin pêk bê.”
Piştî biryara hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, 50 siyasetmedar û hunermend gotin heya hevdîtin pêk neyê û ji malbata Ocalan agahÎyên baş neynê em dê rojîya mirinê berdewam bikin.
Hêjayê gotinê ye ku herî dawî di 5’ê nîsana 2016 an de konseya bergirtina işkence û kiryara xirab ya ewrupayê (CBT) bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Ji ew roj vir de ji ocalan tu agahî nehat û li bajarên Kurdan şerên dijwar destpê kiribû.