Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Êrîşên 11 Meha Êlûnê Bibîrtîne


Di salvegera 15mîn a êrîşên terorîst ên 11 meha êlûnê de Amerîka qurbaniyên êrîşan bibîranîn ku berî 15 salan firokan navenda bazirganiya cîhanî ji xwe re kirin armanc li bajarê New York.

Serok Barak Obama îro yekşemê demjimêr 8:46 beyanî, bo kêlîlkeka bêdengiyê li koşka sipî rawestiya, heman dema êrîşan, berî ku di boneya salvegera êrîşan de biaxive li wezareta Berevaniyê Pêntagon di rêweresmeke rêzhînanê de ji bo qurbaniyên êrîşan.

Qurbanî dê bên bibîranîn li New Yorkê cihê herdû kadndîdên Demukrat Hilarî Klînton û yê Komarî Donald Trump rêzê li qurbaniyan digrin û helmeta xwe ya hilbijartinên serokatiyê îroj radigrin.

Wek salên berê yên bibîranîna qurbaniyan, dê navên wan 2983 kesan bi awakî hêdî û li gel mozîkê ji aliyê kes û nasên wan ve bêne xwendin.

Di dawiya rojê, dê du çirayên mezin ronî bidin esman wek nîşana du birjên navenda bazirganiya cîhanê.

XS
SM
MD
LG