Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê Di Encama Teqînekê de Berpirsekî Polîs Tê Kuştin


Zarawar Zahid

Karbidestên Afganistan dibêjin teqîneka li ser rê îro yekşemê berpirsekî polîs kuşt û bi kêmanî sê nobedarên ewlekariyê birîndarkirin.

Berpirs li parêzgeha Nangarhar a rojhilata welêt dibêjin Generalê kuştî Zorawar Zahid serkirdayetiya operasyoneka dijî çekdaran dikir li navçeya Hasarak dema erebeya wî rastî teqînê hat.

Peyvdarê Taliban dibêje gurûpê bumbe çandibû û got teqînê her wiha hin nobedarên ewlekariyê jî li gel Zahid kuştin.

Li gel hebûna Taliban, tundrewên girêdayî Daiş, ew jî çalakdarin li kêmanî du navçeyên Nangarhar ku li ser sînorê Pakistanê ye.

Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG