Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Serbazên Tirk û 4 Şervanên Kurd di Pevçûnan de Tên Kuştin


Çavkaniyên ewlekariyê li Tirkiyê dibêjin sê serbazên Tirk û 4 çekdarên Kurd îro şemiyê hatin kuştin, di pevçûnan de li parêzgeha Hekarî ku polîsên Tirk, bi piştgiriya Helîkopteran, dest bi operasyonekê kiribûn li wir û hin cihên din yên herêmê.

Sê serbazên din birîndar bûn di pevçûnên gundê Agacdibi de ku 20 km li başûrê parêzgeha Hekarî ye li nêzîkî sînorên Îraq û Îranê.

Li parêzgeha Şernexê li ser sînorên Îraqê, balafirên Helîkopter hin êrîş birin ser armancên Partiya Karkerên Kurdistan PKK, yên nêzîkî çiyayên Cûdî û Gebarê, wek piştgirî ji bo operasyona li ser erdê.

Di vê derbarê de, Serokwezîrtê Tirkiyê Binalî Yildirim doh înê li parêzgeha Arzerûm di axaftineke xwe de li gel peyamnêran soz da ku ewê her pareke axa Tirkiyê biparêzin û got ew dê qet ji şerê PKK venegerin.

Tê zanîn, PKK di sala 1984an de dest bi kare çekdarî kiriye li dijî hikûmetên Tirkiyê û di encama vî şerê de bêhtirî 40 hezar kes hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG