Serokê Rûsî Vlamimir Putin nerazîbûna xwe derdibire li dor redkirina Waşinton belavkirina agahiyan li dor agirbestê ku li gel Rûsya berî çend rojan îmze kir, û dibêje Moskow dê bi tenê xwe berferehiyên rêkeftinê belav neke.
Putin di çarçoweya serdaneke xwe de bo Qirxîzistanê îro şemiyê got:
“Ez tê nagihim çima emê rêkeftineke wiha girtî bihêlin.”
Ew vê yekê vedigerîne hebûna hêviyekê li nik Waşinton ku serhildêrên Sûrî berdewambin di şerê dijî hikûmetê de.
Putin got:
“Ev yek kêşeyên Amerîka rastê tê li Sûriyê diyar dike, ew nikarin opozisyona nermerê û gurûpên terorîst ji hev cudakin, di nerîna min de, Amerîka dixwaze şerê dijî hikûmeta rewa ya Beşar Esed berdewam be.”
Ev riya Amerîka hildibjêre, li gor Putin, pir metirsîdare.