Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazekî Îranî Xwe û Sê Hevalên Xwe Dikuje


Ajanseka nîv-fermî ya Îranî radighîne ku serbazekî îranî xwe kuşt piştî gullebarankirin û kuştina sê hevalên xwe li başûrê welêt.

Raporta derengî înê ji aliyê ajansa ILNA ve ji ser zimanê Fattah Mohammadi, cîgirê parêzgarê bajarê Yasuj ragihand ku ew rûdan di girtîxaneyeka çaksazî û perwerdekirina lawan de bû li bajarê Yasûj ku derdora 700 km li başûrê Tehran a paytext e.

Mohammadi got du serbazên din jî, ku birîndar bûbûn di vê rûdanê de, di rewşeke tenduristî ye ne baş de ne. Vekolîn di vê derbarê de hîn berdewan in.

Raportê tenê tîpên yekem ji navê kesê êrîşker belav kirin, bê ku çi agahiyên berferhtir li dor nasnameya wî ragihîne.

Tê zanîn medya Îranê car caran rûdanên wiha radighîne.

Leşkeriya neçar ew bêhtirî 2 salan e ji bo mêrên temenê wan 19 sal û jor de.

XS
SM
MD
LG