Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimara Kuştiyên Teqîna Mizgeftekê Li Pakistanê Digihe 36an


Berpirsekî Pakistanî dibêje jimara kuştiyên teqîna xwekujî ya mizgeftekê bû 36 kes piştî mirina hin kesên birîndar li nexweşxanê.

Paşîn Gul, serokê polîsê êlên bakurê rojavayê herêma Mohmand, îro şrmiyê ev jimarên nû dabîn kirin, piştî rojekî ji teqînê. Gelek zarok di nav kuştî û birîndarên êrîşê de bûn ku nimêjeka roja înê ji xwe re kiribû armanc.

Jimarên seretayî yên teqînê, li gor berpirsan, 24 mirî û 28 birîndar bûn. Derdora 200 nimêjker di hindirê mizgeftê de bûn dema teqîn rûda.

Gurûpa Jemaat el-Ehrar, ya ji Talîban Perçe bûyî, berpirsiyariya xwe ragihand li dor teqînê û got wan mîlîtanên alîgirên hikûmetê ji xwe kirin armanc.

XS
SM
MD
LG