Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê New York: Teqîna Manhatin Bi Mebest bû


Desthilatdarên New York dibêjin Teqîna doh şemiyê li taxa Manhatin a Bajarê New Yorkê, ku di encamê de 29 kes birîndar bûn, bi mebest bû.

Şaredarê New York Bill DeBlasio di axaftina xwe de li gel peyamnêran li cadeyeka nêzîkî cihê teqînê got teqîn bi mebest bû, lê ne diyare bi destê terorîstan bûye an na.

Wî got polîs û berpirsên ewlekariyê çi agahî nebûn li dor hebûna gefeke terorîst li New Yorkê, bajarê Amerîka yê herî mezin.

Ev bû çend rojin, serkirdeyên cîhanê, li wir, xwe amade dikin bo kombûna salane ya giştî ya Neteweyên Yekgirtî.

Desthilatdar her wiha vekolînan dikin li dor amîreka bi guman, ku wan çend cadeyan dûrî teqîna Manhatin dîtibûn.

Tîmê şarezayên Bumbeyan, amîr bi aramî ji cihê wê rakirin.

Polîs got çi metirsî li ser jiyana birîndaran nîne li gel ku rewşa birîdarekî ne başe.

XS
SM
MD
LG