Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî Navçeyên Doh Jidestdayî Vedigerîne


Firokên şer û hêzên taybetên hikûmeta Sûrî îro yekşemê,li parêzgeha Dêr el-Zor a rojhilata welêt, gelek cihên Daiş wêran kirin. Ev pêşketin hat piştî ji destdana hin navçeyan, di encama êrîşên esmanî yên Amerîka de li ser hêzên Sûrî, doh şemiyê.

Leşkerên Amerîka lê mukur hatin ku di armanckirina Daiş de renge wan bê mebest li hêzên Sûrî xistibin.

Vê rûdanê gef daye ser agirbesta lawaz a Amerîka û Rûsya li Sûriyê ku li gel hebûna hin zêdegaviyên ciyawaz ji herdû aliyan ve, bi awakî berfereh hatiye sepandin.

Wezareta derve ya Sûrî êrîşê wek kiryareke “metirsîdar û dijminahî li dijî komara Erebî ya Sûrî û atêşa wê” anî ziman.

Daxuyaniya wezaretê, ku hatibû şandin bo serokê Neteweyên Yekgirtî û civata ewlekariyê, got firokên Amerîkî roja şemiyê bêhtirî carekê li cihên hêzên wan xistin. Wê got êrîş" bi mebest û pilankirîbûn pêşwext ".

XS
SM
MD
LG