Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Samantha Power Rexneyên Tund li Rûsya Dike


Balyoza Amerîka bo Neteweyên Yekgirtî rexne li Rûsya kirin li dor banga Rûsya bo kombûneke awarte ya civata ewlekariya NY doh derengî şemiyê, ji bo pêdaçûna li ser êrîşên esmanî yên Amerîka, li dijî serbazên hikûmeta Sûrî.

Samantha Power got kiryara Rûsya pilank bû ji bo guhertina bala cîhanê ji ser kiryarên herî hovane yên rêjîma Sûrî.

Wê got Amerîka vekolînan dike li dor êrîşên esmanî.

Power rûdanên hovîtiya hikûmeta Sûrî binav kirin, di nav de jî êrîşên esmanî li ser nexweşxane û dibistanan û got Mosko ji bo wan qet banga kombûneka civata ewlekariyê nekir.

XS
SM
MD
LG