Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daiş li Dêr el-Zorê Balefireka Sûrî Dadixe


Ajansa Amaq a girêdayê Daiş, di daxuyaniyekê de li ser internet ragihand ku çekdarên Daiş îro yekşemê li firokeka rêjîma Sûrî xistin li bajarê Dêr el-Zorê.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye got firokvanê firoka MIG hat kuştin.

Çavdêriyê got balafir li herêma çiyayê Surde hat xistin, cihê ku doh şemiyê êrîşên esmanî yên Amerîka bi dehan serbazên Sûrî kuştin.

Tê zanîn, ji sala borî ve firokxaneya bajarê Dêr el-Zorê û hin navçeyên di bin destê hikûmetê de dorpêçkirî ne ji aliyê Daiş ve û tenê bi riya balafiran alîkarî tên dabînkirin.

Medya dewletê û Çavdêriya Sûrî dibêjin êrîşên esmanî yên giran di 24 demjimêrên borî de herêmên bin destê Daiş ji xwe re kirin armanc.

XS
SM
MD
LG