Wezareta navxweyî ya Erebistana Saudî dibêje şekdarekî nenas 2 efserên polîs kuştin li bajarê Demmam ê rojhilata welêt, ku nişteciyên wê Şîiî ne.
Peyvdarê wezaretê General Mensûr el-Turkî di daxuyaniyekê de, ku îro yekşemê ajansa fermi ya erebistana Saudî belav kir, got nobedarên navçeya el-Xudariya doh derengî şev hate gullebarankirin.
Meha borî, polîsê Demmam 2 kes girtin, yek Saudî û yek Sûrî li dor vehewandina çek û teqemeniyan ku guman hebûn ji aliyê Daiş ve bêne bikaranîn di êrîşeke xwekujî de.
Du Sûriyên din jî her wiha hatibûn girtin.