Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Îranê Tawanbar Dike bi Dabînkirina Çekan bo Hosiyan


Erebistana Saudî Îranê bi dabînkirina çekan bo serhildêrên Hosî yên Yemenê tawanbar dike û bang li civata ewlekariya Neteweyên Yekgirtî dike ku cezayan li ser Îranê bisepîne ji ber zêdegaviya wê ya nehîştina çekan.

Erebistana ku piraniya wê Sunnî ne û Îran a piraniya Şîiî, hevrikên hev ên herêmî ne û her yek ji wan piştgiriya aliyekî dijber dike li Yemenê û Sûriyê.

Balyozê Erebistana Saudî Ebdulla el-Moallimî di nameyekê de, ji bo civata ewlekariyê, got qaçaxiya çekan bo serhildêrên Hosî, zêdegaviye di derheqê biryarên Civatê de û gefeka diyar û rasterast arastey Erebistana Saudî, Yemenê, herêmê û aştî û aramiya navnetewî dike.

Wî di nameyê de, ku ajansa Associated Press deqek jê wergirtî, got hêzên Hosî û alîgirên wan “divê bên cezakirin li dor şêwazê wan ê berdewam di gunehkarî û neberpirsiyariyê de.”

Şanda Îranê li Neteweyên Yekgirtî bi awakî tund ev tawan red kir û got ev axaftin hîn bi awakî serbixwe nehatine piştrastkirin.

XS
SM
MD
LG