Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daiş Dibêje Êrîşkerê Wîlayeta Minnesota Serbazekî Wan Bû


Ajansa girêdayî Daiş got êrîşa doh şemiyê li bazareke wîlayeta Minnesota ya Amerîkî, ew ji aliyê “serbazekê dewleta Îslamî “ ve pêk hat .

Ajansa Aamaq îro yekşemê got kesê êrîşker li banga gurûpê hat bo êrîşkirina welatên beşdar di koalisyona dijî Daiş de.

Berpirsên Amerîkî hîn çi şîrove di vê derbarê de nînin.

Karbidestên Minnesota gotin 8 kes birîndarbûn di encama êrîşa bazarekê de li Saint Cloud.

Berpirsê polîs William Blair Anderson got endamekî polîs ê derveyî dema erka xwe ya fermî, kesê êrîşker gullebaran kir û kuşt.

Anderson got tenê yek ji birîndaran li nexweşxanê man û yên din hemî jêderketin bêyî çi metirsî hebin li ser jiyana wan.

XS
SM
MD
LG