Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrî li Helebê Sekeftinan Qezenc Dike


Çalakvanên opozisyona Sûrî dibêjin hêzên hikûmetê dest dan ser kampa berê ya penaberên Filestînî li nêzîkî bajarê Helebê ku di bin destê serhildêran de bû.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye, îro şemiyê got hêzên hikûmetê û şervanên Filestînî yên alîgirên wan kampa Henderat li bakurê bajêr kontrol kirin .

Yasîn Ebû Raid, ku çalakvanekî opozisyonê ye li Helebê, ji Associated Press re got bi kontrolkirina kampa Henderat re, hêzên hikûmetê dorpêçkirina aliyê rojhilata Helebê ku di bin destê serhildêran de ye bihêz dikin.

Hêjayî gotinê ye hêzên hikûmetê û alîgirên wan di 5 rojên borî de gelek êrîş birin ser navçeyê wek hewildan ji bo kontrolkirina Henderat.

Ev pêşketinên hikûmetê tên di demekê de, berpirsên Neteweyên Yekgirtî dibêjin nêzîkî du milyon kes li bajarê Helebê bê av e û rewşa ewlekariyê têk diçe

XS
SM
MD
LG