Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wîlayeta Waşinton a Amerîkî 5 Kes Têne Kuştin


Berpirsên wîlayeta Waşinton a Amerîkî dibêjin 5 kes hatin kuştin di gullebaranekê de li bazarekê derengî doh înê.

Qurbaniyên gullebarana firoşgeha Macy's mêrek û çar jinan bûn. Mêrê ku di rûdanê de birîndar bûbû piştre jiyana xwe jidest da.

Polîsê nobedar Mark Francis dibêje kesê êrîşker bazdaye û hîn nehatiye girtin. Desthilatdaran wêneyeka kesê berguman li ser medya civakî belav kirin.

Francis kesê êrîşker wesif kir wek kesekî Ispanî zar ku şêrtekî reş lê bû.

Bazara Cascade ew bazareke girtî ye pêk tê ji gelek firoşgehên navdar wek JC Penney, TJ Max, Macy's û gelek firoşgeh û xwaringehên din.

XS
SM
MD
LG