Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serkirdeyên Ewrupa Riyên Çareserkirina Kirîza Koçberan Guftûgo Dikin


Rawêjkarê Nemsa kombûnek li darxist li gel hevtayên xwe yên Almanya, Yûnanistanê û welatên rojavayê Belqanê, li dor stratîjiyên danûstandina li gel kirîza koçberan li Ewrupa.

Serkirdeyên Ewrupî îro şemiyê li ser vexwendina rawêjkar Christian Kern kom bûn ji bo dîtina hin riyan bo nehêştina derbasbûna ne rewa ya koçberan bo Ewrupa.

Berî kombûnê, serokê civata Yekîtiya Ewrupa Donald Tusk ji peyamnêran re got:

”Ji roja yekem a destpêkirina kirîza koçberan min çi guman nebûn ku kontrolkirina sînorên Ewrupa ew kilîta serekeye ji bo çareserkirina vê kêşeyê. “

Kombûna dê her wiha balê bikşîne ser berdewamiya girtina riya Belqanê ku sala borî dihate bikaranîn ji aliyê sedan hezar xelk ve ji Sûriyê, Îraq, Afganistanê û welatên din ên cihê kirîzan ji bo gihîştina bakurê Ewrupa.

XS
SM
MD
LG