Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Rastî Zêdebûna Gefa Daiş Dibe


Erebistana Saudî şerê gefa geşbûyî ya Daiş dike li ser herdû astên perwerdekirina terorîstên navxweyî û bikaranîna rênimayên ayînî yê parêzyar ji bo rûxandina sîstema Şahistanê.

Hêzên ewlekariya Erebistana Saudî dibêjin wan 17 kes vê hefteyê girtin ku girêdayî Daiş bûn. Hikûmetê got bergumanan pilan dikir çar êrîşên mezin pêkbînin li dijî armancên ewlekarî û abûrî yên welêt, li gor ajansa dewletê ya nûçeyan.

Hêjayî gotinê ye bi sedan kes hatin girtin bi gumana girêdana li gel Daiş ji dema ragihandina şer ji aliyê Daiş ve li dijî Erebistana Saudî di sala 2014an de.

Berpirsên Saudî dibêjin şanên terorîst ên girêday Daiş gelek êrîş pêkanîn li dijî hêzên ewlekariyê û mizgeftên Şîiî.

XS
SM
MD
LG