Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selah Osê: Hunera ji Dil Dikare Derbasî Her Mal û Her Dil Bibe


Mêvanê vê xelekê ji bernama Deng û Reng dengbêj û hunermend Selah Osê ye ku bi dilgermiya dengê xwe derbasî her malekê bû û dilê evîndaran geş dikir.

Selah Osê ku di sala 1955'an de li gundê Til Şiîrê ya bi ser bajarê Qamişlo ve ye, ji dayik bû.

Di zaroktiya xwe de îmamê mizgeftê bû li gundê xwe, lê ji ber hezkirina wî ji mûzîk û stranan ve, ewî Îmamtî berda.

Di dema çûna wî Şama paytext de, wî Biziqek ji xwe re kirî û dest bi fêrbûna lêdana wê bû.

Selah bi helbestên Cegerxwîn re dest bi awadaneriyê kir û êdî stranê xwe belav kir.

Strana wî (( Silavê te gihane min li ser sera û ser çava)) li her deverê belav bû û nav da.

Bi şêweya xwe ya taybet karîbû cihê xwe di nav hunera kurdî li Sûriye bigre.

Ta roja îro Selah Osê li Qamişlo dijî û stranan dibêje û amûrên mûzîkê ji hezkiriyê mûzîk û stanan re çêdike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:14:43 0:00

Çend stranên hunermend Selah Osê ne:

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:31 0:00
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:36 0:00
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00

XS
SM
MD
LG