Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûnên Hêzên Sûrî û Serhildêran li Helebê Berdewam in


Şerê hêzên Sûrî û serhildêran berdewam e li bajarê Helebê, cihê ku derdora 250 hezar kes, di nav de gelek zarok, hatine dorpêçkirin.

Hêzên Sûrî hewil didin navçeyên bin destê serhildêran kontrol bikin û serhildêr jî navçeyên bin deste hikûmetê topbaran dikin. Ziyan li herdû aliyan jî bilind dibin.

Rêxistina cîhanî ya saxlemiyê, bang kir bo derxistina bilez a nexweş û birîndaran ji aliyê rojhilata bajêr.

Rêxistin texmîn dike rêjeya zarokan sêyek e li nav sedan kesên kuştî û birîndar, di du hefteyên borî de.

Rêvebirê rêxistinê ji bo rewşên mirovahî yên awarte Rick Brennan, dibêje li gor berpirsên saxlemiyê 338 kes hatin kuştin di van du hefteyên borî de, din av de 106 zarok bûn. Di nav 846 birîndarên êrîşan de 261 zarokbûn.

Serokê Amerîka Barak Obama di vê derbarê de, bi hêz protesto kir “êrîşên hovane yên Rûsya û Rêjîma Sûrî," dijî xelkê sivîl li rojhilata bajêr.

Berî wî jî wezîrê derve John Kerry gotibû Amerîka gihîştiyê cihekî ye ku dê êdî axaftinên dîplomasî li gel Rûsya rawestî ne ji ber bombekirina berdewam a rojhilata bajêr.

XS
SM
MD
LG