Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Jiber Rewşa Awarte Radyo û Televîzyonên Mixalîf Tên Girtin


Turabî Kîşîn û Eyîp Bûrç
Turabî Kîşîn û Eyîp Bûrç

Bi Biryarnameya Desthilata Qanûnê (KHK) ku li ser rewşa awarte hate derxistin,weşana 12 TV û 11 radyo hate qutkirin.

Di nav van TV û radyoyan de dengên cûr bi cûr hebûn ku weşanên muxalîf dikirin û bi vê biryarê tv û radyonên ku li Tirkîyê weşana Kurdî dikir jî hatin girtin.

TV10 yek ji wan tv yan e ku li ser Elewîyan weşanê dikir bi biryarnameyê hate girtin. Gerînendeyê nûçeyên TV10 ê Turabî Kîşîn biryara girtina Tv'yan şermezar dike û dibêje li ser vê TV10 em bûn dengê elewîyan û me daxwazên elewîyan anî ziman ku îro bê edalet hate girtin.

IMC Tv ku ji destpêka muzakereyên çareserkirina pirsgirêka Kurd vir ve weşanên serbixwe dike jî tê girtin. kordînatorê weşana IMC Tv Eyîp Bûrç jî dibêje em ê li hember vê biryarê hewl bidin ku televizyoneke alternatîf wekin û heta dawî berxwe bidin.

Hêjayê gotinê ye, bi vê biryarê weşanên muxalif û kurd dikirin tev hatin qut bi îlankirina rewşa awarte re gelek kes mexdûr bûn û serokkomarê Tirkîyê Recep Tayiip Erdogan daxwaza dirêjkirina rewşa awarte dike

Raporta Zozan Yaşar
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:34 0:00

XS
SM
MD
LG