Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parkeka Îranê Zarokan Fêrî Tektîkên Şer Dike


Îranê parkeka leşkerî vekir ku zarokên 8 salî û jorde perwerde dike li dor şer û bikaranînan çekan li dijî dijminên wan ên rojava.

Parka bi navê Parka Zarokên Şoreşê, ku li gundewarê rojavayê bajarê Meşhed hate vekirin, li gor berpirsan, nîşan dide “ Hefteya Berevaniya Pîroz “ a bîranîna salane ya şerê Îranê û Îraqê yê salên 1980î de.

Hamin Sediqî, rêvebirê navenda rewşenbîrî ya siberoj û zarokan, ku çavdêriya çalakiyên vê parke deke gote ajansa Roja:

“Zarokên beşdar fêr dibin çawa armancên ciyawaz gullebaran bikin, di navdejî hin nîşanên ku alên Amerîka û Îsraîlê li ser wan in.”

Photo posted on Iran's state-run news agency site, IRNA purportedly shows a child being educated on how to fire weapons at Iran’s perceived Western enemies.
Photo posted on Iran's state-run news agency site, IRNA purportedly shows a child being educated on how to fire weapons at Iran’s perceived Western enemies.

Sedîqî bersiva neda telefonên Dengê Amerîka ji bo şîrovekirinê.

Wî gote dezgeha medya nêzîkî nobedarên Şoreşa Îslamî, Roja, ku zarok fêr dibin çawa berevaniya şûnên Şîiî yên pîroz bikin li Dîmeşqa paytexta Sûriyê.

Çalakvanên mafê mirov li bajêr dibêjin ew hewildidin ku nehêlin malbat zarokên xwe di çalakiyên parke de beşdar bin.

Serkirdeyeke çalakvan gote Dengê Amerîka, di demekê de me çi desthilat nînin, hewlên me encamên rasterast nadin û em ji ber tirsa cezadanê nikarin çalakiyên xwe bihêztir bikin.

Çalavanê, nexwest navê xwe diyar bike ji tirsa cezakirinê ji aliyê desthilatdaran ve.

Tê zanîn , hikûmeta Îranî bi serbilindî li şer û hêza xwe leşkerî temaşe dike

XS
SM
MD
LG