Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Erêkirina Operasyonan li Sûriyê û Iraqê bo Saleke din Dirêj Dike


Ajansa nûçeyan a Tirkiyê dibêje parlemanê saleke din dirêj kir ji bo operasyonên leşkerî li Sûriyê û Îraqê li dijî çekdarên Kurd û gurûpa Daiş.

Biryar cara yekem di sala 2014an de hate derbaskirin, û ew îro şemiyê hate nûkirin. Ew mijara yekem û tenê ya parlemanê bû di yekem roja sala nû ya qanûnsaziyê de.

Ajansa Anadol dibêje ev biryar dê ta roja 30 meha 10 a sala 2017an bête cîbecîkirin.

Partiya Demukratîk a Gelan HDP ya alîgira Kurdan li dijî biryarê deng da, di demekê de hersê partiyên din ên parlemanê biryar erêkirin.

Tê zanîn Tirkiyê di meha tebaxê de hêzên xwe yên leşkerî şandin Sûriyê da alîkariya opozisyona Sûrî bikin ji bo têkbirina Daiş li bakurê Sûriyê û her wiha rawesta pêşketinên şervanên Kurd, ku wan pêwendî li gel serhildêrên Kurd ên Tirkiyê hene.

XS
SM
MD
LG