Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piroseya Derketina Birêtanya ji Yekîtiya Ewrupî Dawiya Adara bê Destpêdike


Theresa May
Theresa May

Serokwezîra Birêtanya dibêje welatê wê dê berî dawiya meha adara bê bi awakî fermî dest bi derketina ji Yekîtiya Ewrupî bike.

Theresa May, ev yek di hevdîtinekê de li gel telfizyona BBC ragihand.

May ji rojnameya Sunday Timesre got ev yek "dê gava yekem be ji bo Birêtanya ku careke din bibe welatekî serwer û serbixwe."

Berî ragihandina îro, May gotibû ku Birêtanya berî dawiya salê bikaranîna madeya 50 ya rêkeftina Leşbûne destpênake.

Madeya 50 ew madeyeka rêkeftinê ye ku rê dide Birêtanya di du salan de ji Yekîtiya Ewrupî derkeve.

Hêjayî gotinê ye, di referandoma derketina ji Yekîtiya Ewrupî de, rikberên derketinê huşdarî dan ku bicîhîştina Ewrupa dê bibe sedema kirîzeka abûrî li welêt, lê bi tersî pêşbîniyên wan, abûriya Birêtanya diyare pêşketiye ji dema dengdanê ve.

Di demekê de alîgirên bicîhîştinê daxwaza derketina bilez dikin, rikberên wan hîn hêvîdarin Birêtanya di nav Ewrupa de bimîne û ew wan hêviyên xwe bi biryara dawî ya dadgeha bilind girê didin ku dê vê mehê bête dayîn.

An jî eger hikûmeta niha bête guhertin berî piroseya derketinê bidawî bê, wê demê renge ew karibin nehêlin Birêtanya ji Yekîtiya ewrupî derkeve.

XS
SM
MD
LG