Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Referandoma Hingarya li dor Kota Yekîtiya Ewrupî ya Penaberan


Viktor Orban
Viktor Orban

Xelkê Hingarya îro tevlî referandoma hikûmeta serokwezîr Viktor Orban bûn li dor redkirina wergirtina penaberan, wek parek ji kota Yekîtiya Ewrupî ku renge li welatê wan bête sepandin.

Li gel ku hikûmet pêşbîniya piştgiriyeke bihêz dike di nav dengdaran de, hîn çi nîşanên piştrast nînin ku dê dengdan rêjeya 50 ji sedî bêhtir bîne da ku ev referandom bête cîbecîkirin.

Pirsiyara Referandomê ewe: “Tu dixwazî Yekîtioya Ewrupî karibe kesên ku ne welatiyên Hingarya ne, bi darê zorê, li Hingarya bicih bike û bêyî erêkirina Parlemanê?”

Orban handeriya wê yekê dike ku dengdana bi “Na” ew dê di berjewendiya serwerî û serxwebûna welêt de be.

Orban got eger dengdan bi “Erê “encam bide ew dê kar bicîbihêle.

XS
SM
MD
LG