Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûrî Pêşketinan li Bajarê Helebê Qezenc Dikin


Medya dewletê û Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye, îro yekşemê gotin hêzên hikûmeta Sûrî û hevalbendên wan li bajarê Helebê pêşketin bidest xistin di êrîşa xwe ya ku bû hefteyeke destpêkirî de, piştî bi dehan êrîşên esmanî birin ser navçeyên bin destê serhildêran.

Êrîşên Hêzên Sûrî dibin bi piştgiriya mîlîtanên Îranê û êrîşên esmanî yên Rûsya.

Çavdêriya Sûrî û tilfizyona Sûrî gotin leşkerên Sûrî li aliyê başûrê kampa Henderat a bakurê Helebê pêşketin.

Zakaria Malahifji, endamê gurûpa Festeqim a serhildêr gote Reuters îro yekşemê pevçûn bûn.

Çavdêriya Sûrî got pevçûnên giran di navbera hêzên hikûmetê û serhildêran de rûdan li dirêjiya eniyên şer yên ku bajar kirine du beş.

Hêjayî gotinê ye, helmeta leşkerî ya Rûsî û Sûrî ya berdewam li rojhilata Helebê nexweşxane û boriyên avê hilweşandin.

Ev bû derdora sê mehane rojhilata bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatiyê dorpêçkirin piştî ketina riya sereke Kastîlo bin destê wan.

XS
SM
MD
LG