Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Tirkiyê Birayê Fethulla Gulen Digre


Polîsê Tirkiyê birayê Fethulla Gulen, Qutbedîn Gulen girt li parêzgeha Izmîr a rojavayê welêt bi tawana ku ew endamê “rêxistineke çekdarî ya terorîst e”, û vekolîn pê re dibin ji aliyê polîsê dijî terorê ve, li gor ajansa nûçeyan a dewletê Anadol.

Qutbedîn ew yekem birayê Fethulla Gulen e ku tê girtin piştî hewildana beravêtî ya kudetayê li Tirkiyê.

Di meha 7an de, desthilatdarên Tirkiyê biraziyê Gulen Muhammet Sait Gulen li bajarê Erzurumê. Biraziyekî din ê Gulen, Ahmet Ramiz Gulen di meha 8an de li bajarê Gazîantabê hati girtin.

Tê zanîn, rêberê ayînî Fethulla Gulen ku li Amerîka dimîne, tê tawanbarkirin bi kudetayê li dijê serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan.

XS
SM
MD
LG